Çile 01, 2023 14:23 Asia/Tehran
  • Rûsiye û Ukrayn bereberê sala 2023’an hêsîrên xwe vediguherînin

 Rûsiye û Ukrayn bereberê sala nû ya zayînî zêdetirî 200 eskerên hêsîrbûyî azad kirin.

 Rûsiye û Ukraynê roja Şemiyê bereberê sala nû ya zayînî de ragihandin ku zêde ji 200 eskerên dîlgirtî azad kirine.

Eva veguhartina herî nû di navbera du aliyan di deh mehên buhurî de ye.

 Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku Ukraynê 82 eskerên ûris berdane.

Andrii Yermak, rayedarê pilebilind ê eskerî yê Ukraynê jî got ku Rûsiyê 140 personelên ukraynî radest kirine.

 Wî got ku hinek ji 132 mêr û 8 jinên ukraynî ku hatine azadkirin birîndar bûn, an ji bo berevaniya ji bajarê benderî yê Maryopolê şer kirin.

Tevî işkesta tam û tekûz a muzakireyên dîplomatîk di navbera Moskowa û Kiyêvê de, her du alî di çend dewrên veguhartina zindaniyan de bi sedan eskerên hêsîrbûyî veguhartine.

 

 

Serepeyv