Kanûn 31, 2022 13:57 Asia/Tehran
  • Korona careke din li Amerîkayê belav bûye

 Hejmara nexweşên Koronayê li navendên dermankirinê û nexweşxaneyên Amerîkayê zêde bûye.

Navenda kontrolkirin û girtina pêşiya nexweşiyan a Amerîkayê di raporekê de ragihand ku navgîna rojane ya hejmara nexweşên Koronayê li vî welatî dilnigeranker e û di halê berfirehbûnê de ye.

 Navgîna nexweşên Koronayê li Amerîkayê yên ku hatine razandin, roja Pêncşemiya buhurî gihêşt 42 hezar û 140 kesî ku pêka du heftiyan berî niha, sedî 4.2 zêde bibû.

 Di heyama heftiya buhurî de jî, navgîna wergirtina nexweşên Koronayê li beşa çavdêriyên taybet ên nexweşxaneyên Amerîkayê gihêştiye 5 hezar û 125 kesan ku pêka du heftiyan berî niha, sedî 9 zêde bûye.

 

 

Serepeyv