Kanûn 29, 2022 17:49 Asia/Tehran
  •  Yekîtiya Ewropayê wê derbarê pandemiya Koronayê li Çînê civînekê li dar xîne

Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar e civînekê derbarê rewşa Koronayê li Çînê li dar xîne.

Çînê di Kanûna 2022an da li pey nerazîtiyên li dijî sînordariyên dijwar ji bo cihanîna siyaseta "KOÎVD-Sifir"ê, ev sînordarî rakirin û piştî wê tûşî pêleke tûşbûn û mirinên ji ber Vîrûsa Koronayê bû; pêla ku dûhatên giran ji bo beşa tenduristî û dermanê li vî welatî ji wan tijîbûna nexweşxaneyan û valabûna refikên dermanxaneyan pêk anîne.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Komîsyona Ewropayê ragihand: Li gorî rewşa heyî ya Koronayê li Çînê, Komîteya Ewlehiya Tenduristiyê ya Komîsyona Ewropayê roja Pêncşemiyê civînekê li dar dixe. Di vê civînê da wê digel welatên endamê YE'yê û rêxistinên ser bi vê yekîtiyê derbarê kiryarên pêkan ên têkildarî helwêsta hevaheng ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va şêwirîn pêk were.

Li gorî vê raporê, di saetên bê da dê nûçeyên zehftir derbarê vê yekê ku berteka Ewropayê li hemberî belavbûna Koronayê li Çînê û vekirina sînorên Çînê di vê rewşê da çi be, bên weşandin.

Di vî warî da, France Press'ê bi nûçeyeke lezgîn ragihand: Rayedarekî tendursitiyê yê Amerîkayê roja Çarşemiyê ragihand ku ji roja 5ê Çileyê va hemî kesên ku bi rêya balefirên ji Çînê derbasî Amerîkayê dibin, divê bersiva nerênî ya testa Koronayê hevrê digel wan be û vê mijarê ti têkiliyek bi vêya ku ew hemwelatiyê kîjan welatî ne an jî wan pêştir vaksîn wergirtine an na, tune.

 

Serepeyv