Kanûn 27, 2022 19:06 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê dikan bi dû kurrofe û qersê hatin talankirin

Hevgavê pêla sirr, seqem û qersê li Amerîkayê niştecihên şarê Bufalo ser bi eyaleta New Yorkê ji bo dabînkirina hewcedarîyên xwe dikan şêlandin.

Dîmenên ku li şebekeyên civakî hatine weşandin, ray didin ku li şarê Buffalo’yê ku sirr, seqem û qersê daye ber xwe, dikan ji hêla gel va tên talankirin.

Heta nika 48 kes bûne gorîyê pêla sirr û seqema bêmînak a li Amerîkayê.

Tê gotin ku pêla sirr û seqemê ya li eyaleta New Yorkê yê heta dawîya hefteyê tundtir bibe.

Şebekeya ABC NEWS’ê jî di vî warî da ragihand ku vê kurrofeya zivistanê hema bêje ya bêmînak ji gola mezin a nêzîkî sînorê Kanadayê heta Rîyogirande li nêzîkî sînorê Mêkzîkê girtîye ber xwe.

Di dewama vê raporê da hatîye: Zêde ji sedî 60ê gelê Amerîkayê ketine ber bayê vê kurofe û seqemê û ew derheq tofanê hatine hişyarkirin.

Herwiha gellek seredanên bi boneya Krîsmesê ji ber kurofe û seqemê hatine ibtalkirin.

Serepeyv