Kanûn 24, 2022 16:27 Asia/Tehran
  •  Lavrov derbarê gurrtirbûna nakokiya li Qerebaxê de hişyarî da

Wezîrê derve yê Rûsiyê hişyarî da ku ger Komara Azerbaycanê û Komara Ermenistanê gotûbêjên dîplomatîk nekin, yê pevçûnên li navçeyên kêşeliser li Qerebaxê zêde bibin.

Sergey Lavrov, roja Îniyê di civîneke rojnamevaniyê piştî hevdîtina bi Cêyhûn Bayramov, Wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê re, derbarê beşdarnebûna Ermenistanê di civîna sêqolî ya di asta wezîran de li Moskowayê got: Di pevçûnan de ev bûyer diqewmin û hewcetî bi hilkolandina demlidest heye û kiryarên dualî bo seqamgîrkirina rewşa meydanî piştî rêkeftinê, dibe sedem rêketin were binpêkirin.

Vî rayedarê ûris qala hewildana parêzvanên aştiyê yên Rûsiyê bo çareserkirina pirsgirêkên li navçeya kêşeliser li Qerebaxê kir.

 Biryar bû roja Îniyê, wezîrên derve yên Komarên Ermenistan û Azerbaycanê bi hevpîşeyê xwe yê ûris re li Moskowayê hevdîtin pêk bînin, lê aliyê ermenî duh ji ber rewşa dalana Laçînê, daxwaza paşdexistina van muzakireyan kir û Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê hevgavê dewama girêdana derbasgeha Laçînê ji hêla Komara Azerbaycanê va hişyarî da ku rewşa mirovheziyê li navçeya Nagorno- Qerebaxê bitalûke bûye. Yêrîwanê, Bakû tawanbar kiriye ku hin kes şandine ku nehêlin Ermenistan bikarbe derbasî navçeya Qerebaxê bibe.

 

Serepeyv