Kanûn 23, 2022 15:03 Asia/Tehran
  •  Pûtîn: Em dixwazin ku şerê Ukraynê bi dawî bibe

Serokkomarê Rûsiyê ragihand ku ev welata dixwaze ku şer li Ukraynê bi dawî bibe û ji bo bidawîhatina şêrr hewcetî bi rêkareke dîplomatîk heye.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsiyê ev gotin rojekê piştî wê yekê anî ziman ku Joe Biden serokkomarê Amerîkayê mazûvaniya Volodîmîr Zelenskî li Koşka Sipî kir û soz da wî ku piştgiriyên Amerîkayê yê berdewam bin.

Pûtîn got: "Armanca me gerrandina çerxa pevçûna leşkerî nîne, berovajî, armanca me bidawîanîna vî şerî ye. Em ê ji bo bidawîanîna vê mijarê hewl bidin û helbet çiqasî zûtir be, dê baştir be."

Pûtîn her wiha got: "Min bi caran gotiye ku gurrtirkirina dijminatiyan dê bibe sebeba xisarên bêhincet."

Wî her wiha got: "Hemî pevçûnên çekdarî bi cûrekê bi gotûbêja di rêya dîplomatîk da bi dawî dibin. Çiqasî dijberên me zûtir vê yekê tê bigihêjin, baştir e."

Rûsiye dibêje, ev Ukrayn e ku xwe nade ber gotûbêjan û li aliyê din, Kiyêv jî dibêje ku Rûsiye divê êrîşên xwe rawestîne û gişt deverên ku kontrol kirine, radestî me bike.

Stéphane Dujarric (Stêfan Ducarîk) Berdevkê Sekreterê giştî yê NY'yê jî got ku NY dixwaze ku kêşeya li Ukraynê li gorî xalên mafên navneteweyî çareser bike.

Dema ku ji Dujarric hat xwestin ku derbarê gotinên Vladîmîr Pûtîn ên li ser bidawîanîna şêrr şirove bike, wî got: "Armanca me ev e ku em bidawhatina vî şerî li gorî xalên mafên navneteweyî û Rêziknameya Neteweyên Yekbûyî bibînin.

 

Serepeyv