Kanûn 19, 2022 10:28 Asia/Tehran
  •  Rûsiyê navçeyeke nû li Donêtskê xist bin kontrola xwe

Rûsiyê navçeyeke nû li herêma Donêtskê xist bin kontrola xwe.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Yekşemiyê ragihand ku hêzên vî welatî navçeya Yakovlîvkayê (Yakovlivka) li Donetskê xistiye bin kontrola xwe.

Donêtsl û Lûhansk bi hev ra herêma Donbasê pêk tînin ku niştecihên wê bi zimanê rûsî diaxivin; Herêma ku hema wisa bûye navenda operasiyonên Rûsiyê yên berdewam li Ukraynê.

Donêtsk her wiha yek ji wan çar navçeyan e ku Rûsiyê piştî giştpirsîna meha Îlonê xistin ser axa xwe. Sê navçeyên din jî Lûhansk, Xirson û Zaporîjiya (Zaporizhzhia) ne.

Navçeyên Lûhansk û Donêtskê di sala 2014an da û piştî darbeya ku li Kiyêvê qewimî, serxwebûna xwe ji Ukraynê ragihand.

 

Serepeyv