Kanûn 19, 2022 08:35 Asia/Tehran
  • Qaçaxkirina çekan li Amerîkayê zêdetir bûye

Rêveberiya Ewlehiya Veguhestinê ya Amerîkayê ragihand, hêzên vê rêveberiyê di sala 2022an da hejmareke zehf a çekan ji rêwiyên ku dixwestin ji xalên lêgerîna ewlehiyê yên balefirgehan derbas bibin, zeft kirine.

Rêveberiya Ewlehiya Veguhestinê ya Amerîkayê di nûçeyekê da ragihand ku efserên vî welatî 6 hezar û 301 çekên germ ji destpêka îsal va heta niha ji rêwiyên balefiran zeft kirine û pêşbînî tê kirin ku ev reqem heta dawiya salê bigihêje 6 hezar û 600 çekî.

Li gorî vê raporê, ev reqem li gorî sala par hema bêje bi qasî sedî 10 zêdetir bûye ku wek rekorek tê zanîn.

Rêveberiya Ewlehiya Veguhestinê ya Amerîkayê her wiha ragihand, nêzikî sedî 90 ji çekên zeftkirî amadeyî bikaranînê bûne.

Derdora sedî 5 ji nifûsa cîhanê li Amerîkayê dijî, lê hejmara herî zêde ya çekan di asta cîhanê da li vî welatî ne.

Serepeyv