Kanûn 18, 2022 14:13 Asia/Tehran
  •  Yekîtiya Ewropayê û Komara Azerbaycanê li ser veguhestina cereyanê li hev kir

 Yekîtiya Ewropayê (YE) bo kirîna cereyanê ji Komara Azerbaycanê ji rêya deryayê va bi vî welatî re rêketinnameyek wajo kir.

Îlham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê piştî wajokirina hinardekirina karebayê ji Bakûyê bo Ewropayê destnîşan kir, ev rêketinname nîşan dide welatê wî di warê dabînkirina enerjiya Ewropayê de xwedî rol e.

Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê jî derbarê vê yekê de got: YE'yê biryar da ku dev ji ardûyê fosîlî ya Rûsiyê berde û bo dabnkirina enerjiyê berê xwe bide welatên din.

 Îlham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê her wiha ragihand ku hinardekirina gazê bo Ewropayê berfireh bûye û vî welatî dil heye sala bê bi qasî 11.6 milyar metrekûp gazê bişîne Ewropayê.

 Ewropî ku beşeke zêde ya enejiyê ji wan gaza xwe ya pêwîst ji Rûsiyê dabîn dikin, piştî şopandina siyaseta Amerîkayê û birêxistina şerê Ukraynê, rastî pirsgirêka dabînkirina enerjiyê hatine. Rûsiyê wek berteka li hember boykotên Ewropayê, gaza xwe ser Ewropayê de girêdaye. Niha paytextên ewrûpî hewil didin ardûyeke din dewsa gaza Rûsiyê bi kar bînin, lê tevî hewldanên wan û jodeçûna kirîna gaza xwezayî ji welatên mîna Tirkmanistan û Komara Azerbaycanê, hema di destpêka demsala sir û seqemê de rastî kêmasiya ardûyê hatine.

 

Serepeyv