Kanûn 14, 2022 18:19 Asia/Tehran
  • Rûsyayê careka din Amerîka hişyar kir

Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê derbara şandina mertala berevanîya mûşekî ya Patiryotê bo Ukraynê da hişyarî da Amerîkayê.

Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê Dmîtrî Pêskov (Dmitry Peskov) îro derbara şandina mertala berevanîya mûşekî ya Patiryotê bo Ukraynê da hişyarî da Amerîkayê.

Pêskovî ragihand ku heke ew mertala derbasî Ukraynê bibe, Rûsya yê himberî wê bisekine.

Kanala CNN’a Amerîkayê duh di raporekê da amajeyî plana Amerîkayê ya şandina mertala berevanîya mûşekî ya Patiryotê bo Ukraynê kiribû.

Ji destpêka şerê li Ukraynê va, welatên rojavayî bi awayekî rasterast tevlî vî şerî nebûne lê çek û rext û ardûyê dişînin Ukraynê. Rûsyayê bi caran ragihandîye ku şandina çek û rextan ji hêla welatên rojavayî va bo Ukraynê tenê dibe sedema demdirêjbûna pevçûnan.

Serepeyv