Kanûn 14, 2022 17:07 Asia/Tehran
  •  Li Brîtanyayê zarokekî dusalî ji ber kifşika malê canê xwe ji dest da

Ji ber zêdebûna nihayê enêrjiyê li Brîtanyayê çaverêtî heye ku gelek malbat nekarin malên xwe germ bikin û ev yek dibe sebeba zêdebûna mirina zarokan ji ber kifşik û hûrekuvarikên şînbûyî li nav malan.

Li gorî rapora IRNAyê, Kêy Waco çalakê twîterê û karzanê mal û meskenê di twîtekê da nivîsî: Pergala xizmetên dermanî ya Brîtanyayê her sal 38 miliyon pondî ji bo dermankirina kesên ku li malên kifşikgitî û nemdar dijîm, xerc dike.

Hêjayî gotinê ye, ji ber zêdebûna bihayê enêrjiyê li Brîtanyayê, malbat nikarin malên xwe bi qasî pêwîst germ xweyî bikin û ev yek bûye sebeb kifşik û hûrekuvarik li dîwar û binê xaniyan şîn bibin ku gefeke cidî li dijî jiyana zarokan e.

Hefteya derbasbûyî gelek medyayên Brîtanyayê wêneya zarokekî dusalî ya bi navê "Awaab Ishak" kirin sernava xwe û mirina wî ya li malê wek serşûriya Londonê û sîstema standarda malan zanî.

Ev zarokê dusalî ji ber hestyarî û tûşbûna bi kifşikên li dîwarên mala xwe, mir û vê mijarê kêşeyek ji bo sîstema malan a Brîtanyayê pêk anî.

Bijîşkiya Qanûnî di vî warî da ragihand ku ev zarok ji ber ku li maleke kevn a bi dîwarên kifşikgirtî bûye, miriye.

Pirsgirêka kifşik û nemê li zêdetirî 800 hezar malên Brîtanyayê heye.

 

Serepeyv