Kanûn 11, 2022 16:02 Asia/Tehran
  •  Hindê Rafale'yên fransî li hemberî F-18'yên amerîkî vebijart

Artêşa Hindê di dawiyê da biryara kirrîna balefirên şêrr ên fransî yên bi navê 'Rafale' li hemberî F-18'yên amerîkî vebijart.

Li gorî rapora malpera Finencial Express'ê ya roja Yekşemiyê, birara kirrîna balefirên Rafale'yê ji aliyê Hêza deryayî ya Hindê va di dora çarem a gotûbêjên berevaniyê navbera Hind û Fransayê li Dehliya Nû bi mebesta xurtkirina hevkariyên stratejîk ên dualî hat dayîn.

Bi vî awayî Fransayê karî vê girêbesta çend miliyar dolarî bi Hindê ra girêde.

Pêştir hatibû ragihandin ku Hêza asimanî ya Hindê dil heye ji bo nûkirina kombalefirên xwe yên kevnbûyî, 114 balefirên şêrr ên bomberêj bikirre.

Biryar e Kompaniya fransî ya bi navê Dassault Aviation'ê bi vekirina hêlên berhemanînê li axa Hindê, 26 heb ji van balefiran taybetî bicihbûna li ser keştiyên şêrr ên balefirhilgir ên vî welatî dîzayn û amade bike.

 

Serepeyv