Kanûn 05, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Bihayê niftê di asta cîhanê da zêde bû

Bihayê niftê li bazarên cîhanê piştî biryara OPEC Plus'ê ji bo neguherandina qasa raberkirina niftê û diyarkirina asta biha ji bo nifta Rûsiyê ji aliyê Koma G7'ê va zêde bû.

OPEC Plus'ê di civîna xwe ya 34an ku roja Yekşemiyê hat lidarxistin da, li ser dewama kêmkrina berhemanîna niftê bi qsî 2 miliyon bermîlî heta dawiya sala 2023an tekez kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Bihayê nifta xav roja Duşemiyê heta sedî 2 zêde bû; lê piştra hevsengiyek çê bû û ev zêdebûn gihîşte sedî 0.6.

Bi vî awayî bihayê nifta xav a Brenta Deryaya Bakûr bi zêdebûneke 49 sêntî gihîşte 86 dolar û 6 sêntan û bihayê nifta West Texas Intermediate bi zêebûna 51 sêntî gihîşte 80 dolar û 498 sêntan.

Koma 7ê (G7) jî vê dawiyê asta 60 dolar ji bo her bermîla nifta Rûsiyê diyar kir.

Serepeyv