Kanûn 02, 2022 17:06 Asia/Tehran
  • B-21 Raider; Balefira bomberêj a nû ya hêza asimanî ya Amerîkayê hat nimandin

Hêza asimanî ya Amerîkayê ragihand ku balefira bomberêj a stratejîk bi navê 'B-21 Raider' dê ji sala bê va tev li koma balefirên vî welatî bibe.

Li gorî rapora roja Înê ya IRNAyê, Hêza asimanî ya Amerîkayê dil heye ku herî kêm 100 heb ji vê balefira bomberêj bi bihayekî nêzikî 700 miliyon dolarî ji bo her hebî sipariş bike. Pêşbînî tê kirin balefira yekem ji van 100 heban sala 2023an were radestkirin.

Ev balefir bomberêja herî nû ye ku di çend dehikên derbasbûyî da radestî artêşa Amerîkayê tên kirin. Biryar e hêdî hêdî 'B-21 Raider' dewsa B-1 û B-2 bigire ku di serdema Şerê Sar da dihatin bikaranîn.

Kompaniya çêkera vê balefirê ya bi navê 'Northrop Grumman' ragihandiye ku niha 6 heb ji van bomberêjan di qonaxên çêkirin û ceribabdinê li binkeya Palmdale'ê ya Kalîforniyayê ne.

 

Serepeyv