Mijdar 30, 2022 18:37 Asia/Tehran
  • Rûsyayê NATO li ser şandina mertala mûşekî ya Patriyotê bo Ukraynê hişyar kir

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê, NATO li ser şandina mertala mûşekî ya Patriyotê bo Ukraynê hişyar kir.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev got: Heke NATO mertala mûşekî ya Patriyotê bişîne Ukraynê, yê di rêza armancên qanûnî da ji bo operasyona hêzên ûris li Ukraynê be.

Medvedev ev berteka piştî wê nîşan da ku Sersekreterê NATOyê Jens Stoltenberg (Yêns Istoltênbêrg) got ku welatên endamê NATOyê şandina mertala mûşekî ya Patriyotê bo Ukraynê hildikolînin.

Şerê Ukraynê bi hemî dûhatên berfire yên sîyasî, leşkerî, aborî û civakî derbasî meha nehan bûye û şandina çek û rextan ji hêla welatên roajvayî va bo Ukraynê didome.

Rûsyayê bi caran ragihandiye ku şandina çek û rextan ji hêla welatên rojavayî va bo Ukraynê tenê dibe sedema demdirêjbûna minaqişeya li vî welatî û dûhatên çaverênekirî bi xwe ra tîne.

Serepeyv