Mijdar 21, 2022 13:57 Asia/Tehran
  • Dmitry Medvedev: Kiyêv ayîdî Rûsiyê ye

Alîkarê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsiyê wek berteka li hemberî gefên Ukraynê yên azadkirina Kirîmeyê, Kiyêv wek bajarekî rûsî û "Paytexta Rûsiyeya Kevnar" zanî.

Li gorî rapora roja Duşemê ya Fars Newsê, Dmitry Medvedev serokomarê Rûsiyê yê berê û Alîkarê Konseya Ewlehya Neteweyî ya vî welatî li nivîseke xwe ya Telegramê wek berteka li hemberî gefên Ukraynê ji bo azadkirina Kirîmeyê, Kiyêv wek bajarekî rûsî zanî û gefa standina wî kir.

Dmitry Medvedev got: "Ez dixwazim çend rastiyên nikarin bên înkarkirin bînim bîra wan. Kiyêv paytexta Rûsiyeya kevnar e. Kiyêv bajarekî mezin li Rûsiyê, lê bajarekî biçûk li empratoriya Rûsiyê ye. Kiyêv paytexta komareke Yekîtiya Suviyetê ya Sosiyalîstî ye. û Eva ku Kiyêv bajarekî rûsî ye ku gelê wir hertim bi rûsî fikiriye û axiviye. Ji ber vê yekê tam diyar e ku çi tiştek û çawa divê were rizgarkirin."

Serepeyv