Mijdar 19, 2022 19:53 Asia/Tehran
  • Sunak: Alîkariyên leşkerî bo Ukraynê dê bên domandin

Serokwezîrê Brîtanyayê di dewama stratejiya destwerdanê ya welatê xwe di şerê Ukraynê da qala şandina pakêta çekan a nû bo vî welatî kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Rishi Sunak serokwezîrê Brîtanyayê roja Şemiyê di serdana xwe ya bo Ukraynê da tevî dubarekirina siyaseta welatê xw eya gurrkirina şêrr li Ukraynê, got: Dewleta Brîtanyayê dil heye pakêteke alîkariya leşkerî ya nû bi bihayê 50 miliyon pondî bide Kiyêvê.

Sunak her wiha got: Ev pakêta çekan a nû pêkhatî ji 125 yekneyên topên dije-asimanî û teknolojiyên pêwîst e.

Serokwezîrê Brîtanyayê di dewamê da tevî amajeya bi lihevkirinameya derxistina dexl û danê ji bendergehên Ukraynê, îdia kir ku ew ê alîkariya Ukraynê bike da ku dexl û dana xwe bifiroşe derve.

 

Serepeyv