Mijdar 14, 2022 08:42 Asia/Tehran
  • Washington Times: Rayedarên ehmeq ên Arîzonayê hilbijartin têk bir

Rojnameya Washington Times'ê ya Amerîkayê nivîsî: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê yê berê daxwaza lidarxistina hilbijartina nû li parêzgeha Arîzonayê kir û rayedarên nelayîq wek berpirsê kêşeya di amûrên dengwergirtinê li vê herêmê zanî.

Trump li hesaba xwe ya tora xwe ya civakî ya bi navê Truth Social'ê demekê piştî ku çend medyayan ragihand ku li Arîzonayê senatorê demokrat Mark Kelly li hemberî Blake Mastersê komarxwaz bi ser ketiye, daxwaza lidarxistina hilbijartina nû li Arîzonayê kir.

Trump nivîsî: Rayedarên ehmeq û îhtimalen gendel çavdêriyek li ser hilbijartina qirêj li Arîzonayê nekir. Amûrên dengwergirtinê li navçeyên komarxwazan xera bûn. Divê bilez hilbijartineke nû li vê navçeyê were lidarxistin!

Çavkaniyên nûçeyan ragihandiye ku di roja hilbijartina navîndewreyî ya Amerîkayê hejmareke amûrên dengwergirtionê li hin navendan li navçeya Marîkopayê tûşî kêşeyê bûn û vê mijarê hin komarxwaz han daye ku îdiayên Trump a sextekariya di hilbijaartinê da dubare bikin.

Trump û komarxwazên Amerîkayê niha îdiaya sextekariya di hilbijartina navçeya Marîkopayê li paarêzgeha Arîzonaayê dikin ku ji ber gelheya zêde û dengwergirtina zû, hertim demeke zehf ji bo hejmartina dengan tê terxankirin.

Ev navçe yek ji navçeyên sereke bû ku di sala 2020î da Donald Trump hilbijartina serokomariyê li wir xistie bin pirsê û tevî ku rayedaran duristiya hilbijartina vê navçeyê piştrast kiribû, lê wî ragihand ku hilbijartina serokomartiyê ya sala 2020î li vê navçeyê tijî ji sextekariyê bû.

 

 

 

 

Serepeyv