Mijdar 10, 2022 12:57 Asia/Tehran
  • Rûsiyê rexne li Komara Azerbaycanê girt

Wezareta karên derve ya Rûsiyê rexne li propagandaya li dijî kumşînên ûris li Komara Azerbaycanê girt.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Armen Pressê, Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê di axaftinekê da got: Nêrîna Moskoyê derheqê helahelaya medyayî û siyasî li dijî kumşînên ûris nerênî ye.

Zaxarovayê her wiha ragihand: Rêberên Ermenistan, Komara Azerbaycanê û Rûsiyê di civîna sêqolî ya vê dawiyê li Sûçiyê di roja 31ê Cotmehê da, tevî vekolandina rola kumşînên ûris û nirxandina xebata van hêzan ragihand ku ev memûriyet ewlehiyê garantî dike û wan li ser pêwîstîya berfirehkirina van hewilan ji bo aramkirina rewşa navçeyê tekez kir.

Wê got: Her însiyatîveke avaker, afirîner û erênî hertim rastî pêleke propagandaya nerênî tê û ev qanûna cîhanê ye.

Serokên sê welatên Ermenistan, Komara Azerbaycanê û Rûsiyê roja 3ê Cotmehê bi armanca vekolandina hegerên kêşeyên di peywendiyên navbera Bakû û Yêrîvanê da li bajarê Sûçiya Rûsiyê civîneke sêqolî li dar xist.

Di daxuyaniya dawiyê ya civîna serokên Sûçiyê da, Ermenistan û Komara Azerbaycanê soz da ku xwe ji bikaranîna zorê an gefxwarina li dijî hevûdu dûr bigirin.

 

 

Serepeyv