Mijdar 07, 2022 17:42 Asia/Tehran
  •  6 keştiyên dexl û danê ji bendergehên Ukraynê bi rê ketin

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku bi domandina lihevkirina Deryaya Reş, şeş keştiyên dexl û danê ji bendergehên Ukraynê bi rê ketin.

Xulûsî Akar Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, Bi van şeş keştiyên hilgira dexl û dana Ukraynê, hejmara keştiyên hilgira dexl û danê ku ji bendergehên vî welatî bi rê ketine gihîştiye

426 heban û asta dexl û dana veguhestî ji 9.7 miliyon tonî zêdetir bûye.

Girêbesta veguhestina dexl û dana Ukraynê bo derveyî welêt bi navcîtiya NY û Tirkiyê hat îmzekirin. Armanca vê girêbeestê şandina berhemên cotkariyê yên Rûsiye û Ukraynê bi rêya Deryaya Reş bû, lê demek beriya niha ji ber pevçûna leşkerî navbera du welatan hat rawestandin.

Roja 29ê Cotmehê Kiyêvê êrîşî ser keştiyên ne-leşkerî yên Rûsiyê li Deryaya Reş kir û piştî wê Moskoyê beşdariya xwe di lihevkirina dexl û danê da rawestand. Piştî dayîna garantiya pêwîst ji aliyê Ukraynê va ji bo bikarneanîna derbasgeha veguhestina dexl û danê li Deryaya Reş û bendergehên Ukraynê ji bo kiryarên dijmine li hemberî Rûsiyê, roja 2ê Mijdarê ji nû va ew girêbest domand.

Serepeyv