Mijdar 07, 2022 09:27 Asia/Tehran
  •  Biden û Obama dê li hemberî komrxwazan bibin hevpeyman

Rojanmeya New York Times'ê di raporekê da bal kişande ser piştevaniya Barak Obama serokkomarê berê yê Amerîkayê ji Joe Biden û nivîsî, Biden û Obama wek hewildana herî dawî ji bo rizgarkirina partiya xwe yanî Partiya Demokrat, bi hev ra bûne yek.

Li gorî nivîsa New York Times'ê, Kombûna roja Şemiyê li Fîladelfiyayê yekemîn beşdariya wan a hevpar di rikeberiyên hilbijartinê piştî desthilatdarbûna Joe Biden bû ku tevliheviyên nû di peywendiyên navbera vê cota siyasî ya ecêb pêk anî.

New York Times'ê di dewamê da nivîsiye: Demeke ne ewqas dûr Joe Biden dikarî biçe her cihekî Amerîkayê, lê Barak Obama nedikarî. Niha rewş berovajî bûye û Obama ji parêzgehekê diçe parêzgeheke din; di halekî da ku çil û şeşemîn serokomarê Amerîkayê yanî Joe Biden ji ber daketina rêjeya hezkirîbûna xwe tenê diçe wan navçeyan ku hîn pêşwazî jê tê kirin.

Piştî çend hefteyan serê axir du serokomarên berê û niha yên Amerîkayê roja Şemiyê di yekemîn kampanyaya xwe ya hevpar da hevdîtin pêk anî. Ev du demokrat wek hewildana herî dawî ji bo rizgarkirina partiya xwe di hilbijartina navîn dewreyî ya Amerîkayê beşdarî kombûnekê li Fîladelfiyayê bûn û bûn hevpeyman.

Obama ku axêverekî nasyar ji parêzgeha Hawayiyê ye û birêz Biden ku ji parêzgeha Dîlawerê ye, hertim coteke siyasî ya ecêb ya girêdayî bi nifş û zihniyetên cûr bi cûr in. ew bi salan di heyama hebûna xwe li Koşka Sipîda li dû armancên wekhev lê bi şêwazên dijhev bûn. Lê niha ew gihîştine vê encamê ku ji bo erêkirina serokomariya Biden û sekinîna li hemberî

komarîxwazên Amerîkayê û têkoşîna li hemberî vegeriyana Trump û kesên hevraman digel wî bo desthilatdariya Amerîkayê divê bibin hevpeyman.

 

Serepeyv