Meytên 5 îraniyên candayî di bûyera Seûlê da bo Tehranê hatin şandin
Mijdar 05, 2022 11:07 Asia/Tehran
Balyozxaneya Îranê li Koreya Başûr ragihand: Meytên 5 hemwelatiyên îranî ku di bûyera Cejna Halowînê (Halloween) da li Seûlê canê xwe ji dest dabû, ji bo binaxkirinê bo Tehranê hatin şandin.
Li gorî rapora IRNAyê, meytên van kesan bi beşdarî û rêzgirtina balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Seûlê û alîkarê rêveberê gişt ê Wezareta derve ya Koreya Başûr ber bi Tehranê va hatin birêkirin.
Di bûyera Cejna Halloween'ê da li bajarê Seûla paytexta Koreya Başûr ku hefteya derbasbûyî qewimî, 150 kes ji hemwelatiyên welatên cûr bi cûr canê xwe ji dest da; 5 kes ji candayiyan hemwelatiyên Îranê bûn.