Cotmeh 31, 2022 15:42 Asia/Tehran
  •  Rûsiyê bi giranî êrîşî ser paytext û deverên din ên Ukraynê kir

Çavkaniyên medyayî qala êrîşên Rûsiyê yên giran li ser paytexta Ukraynê û deverên din ên vî welatî û bihîstina dengê teqînan kir.

 

Şehedan li Kiyêva paytexta Ukraynê roja Duşemê qala qewimîna hin rêzeteqînan kir; rayedarên navçeyên bakûr, rojhilat û navenda Ukraynê jî diyar kir ku Rûsiyê bi mûşekan êrîşî ser van deveran kiriye.

Rûsiyê piştî tawanbarkirina Kiyêvê li ser teqîna pireya Kirîmeyê, di hefteyên dawî da êrîşên xwe yên mûşekî li ser Ukraynê girantir kirine.

Şehedan li Kiyêvê her wiha got ku piştî qewimîna 10 teqînan, dûkel li asimanê hin navçeyan tê dîtin û li hin navçeyan jî elektrîk û telefona destan qut bûye.

Şaredarê Xarkîva Ukraynê jî qala du êrîşên mûşekî yên Rûsiyê li ser "Jêrsaziyên Bingehîn" ên vî bajarî kir.

Rayedarên Moskoyê gotinên berpirsên Kiyêvê derbarê êrîşên Rûsiyê li ser jêrsaziyên Ukraynê red kirine; Wan ragihandiye ku artêşa Rûsiyê tenê êrîşî ser armancên leşkerî dike.


 

Serepeyv