Pûtîn Eliyêv û Paşîniyan bo civîneke sêqolî vexwendin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337272-pûtîn_eliyêv_û_paşîniyan_bo_civîneke_sêqolî_vexwendin
Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê û Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê ji bo lidarxistina civîneke sêqolî vexwendine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2022 05:44 Asia/Tehran
  • Pûtîn Eliyêv û Paşîniyan bo civîneke sêqolî vexwendin

Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê û Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê ji bo lidarxistina civîneke sêqolî vexwendine.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê her wiha ragihand: Mosko nîgerana pêvajoyên nîgeranker e ku li serayî Qefqazê bilez pêk tên; cihê ku welatên rojavayî aşkira hewil dide planên rûbirûbûna li Ukraynê veguhezîne.

Ev di rewşekê da ye ku serokomarên Tirkiye, Komara Azerbaycanê û Ermenistanê di nîveka Cotmehê da li Praga paytexta Komara Çêkê civiyabûn.

Di vê civînê da ku li kêleka Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê pêk hat, asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiye û Ermenistanê hat vekolandin.

Hefteyek piştî vê civînê, Paşîniyan qala pêşniyaza xwe bo Komara Azerbaycanê derbarê diyarkirina sînoran kir.