Cotmeh 23, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Bertekên Ermenîstanê li hemberî helwesta Tirkiyê ya li ser Korîdora Zangzorê

Wezîrê Derve yê Ermenistanê ji Tirkiyê xwest ku di danûstandinan de rasterast pêşniyara xwe ya derbarê Korîdora Zangzorê pêşkêş bike.

Demek berê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, "Komara Azerbaycanê rast dibêje ku divê her du korîdorên Laçîn û Zangzorê bibin xwediyê heman statuya qanûnî."

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Ararat Mîrzoyan wezîrê karên derve yê Ermenistanê roja şemiyê got: Azerbaycan û nûnerên Bakûyê pêşniyara çêkirina rêyek mîna rewşa qanûnî ya Korîdora Laçînê nekiriye û heke Çavuşoglu bixwaze vê mijarê di gotûbêjan de bike rojevê. divê ew bi xwe vê yekê bike ne kesekî din.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê herwiha diyar kir: Di daxuyaniyên sê alî yên 9ê Mijdara 2020an û herwiha 11ê Çileya 2021ê de, Korîdora Laçînê û rakirina astengiyên ser rêyên tranzîtê û binesaziya veguhestina aborî ya herêmê bi zelalî hatine diyrakirin û di tu yekê ji daxuyaniyan de behsa Korîdora Zangzorê nehatiye kirin.

Mîrzoyan herwiha got: Me berê jî helwesta xwe derbarê rêyên nû yên peywendiyên di navbera Komara Azerbaycan û Nexçewanê de ragihandiye û ti guhertinek tê de çênebûye. Hatûçûn hem di rêyên heyî û hem jî di yên tê payîn ku di pêşerojê de bên çêkirin, di bin hukm û qanûnên welatên ku ev rê di nav xaka wan re derbas dibin, pêkkan e.

Hêjayî gotinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê wek cîranê Ermenistan û Komara Azerbaycanê li dijî her guhertineke jeopolîtîk li herêmê ye.

Serepeyv