Cotmeh 22, 2022 13:39 Asia/Tehran
  • Serokomarê Çînê yê berê ji rêûrisma bidawîhatina Kongreya Partiya Komonîst hat derxistin

Hu Jintao, serokomarê Çînê yê berê îro (Şemî) bi awayekî çaverênekirî ji rêûrisma bidawîhatina Kongreya Partiya Komonîst a vî welatî hat wêdadayîn.

Bîstemîn civîna Kongreya Partiya Komonîst a Çînê ji roja Yekşemiya hefteya derbasbûyî bi axaftina serokomarê vî welatî li Pikenê dest pê kiribû.

Hu Jintao serokomarê Çînê yê berê îro bi rnîşandana berpirsên lidarxistina rêûrsimê bo derveyî cihê lidarxistina civîna dawiyê ya Kongreya Partiya Komonîst a Çînê hat veguhestin. Hu di sala 2013an da teqawid bûbû.

Ajansa Xinhua'yê ragihand ku Komîteya Navendî ya nû ya Partiya Komonîst pêkhatî ji derdora 200 rayedarên payebilind ên partiyê, bêyî lîsteya tam a navên endaman were aşkirakirin, hat bijartin.

Di serdema serokomartiya Hu Jintao da, Xi Jinping serokomarê niha, alîkarê wî bû.

 

Serepeyv