Rûsiyê îdiaya bikaranîna xwefirrên îranî di şerê Ukraynê da red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337212-rûsiyê_îdiaya_bikaranîna_xwefirrên_îranî_di_şerê_ukraynê_da_red_kir
Balyoz û nûnerê hertimî yê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) îdiayên bikaranîna xwefirrên îranî di şerê Ukraynê da red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2022 05:59 Asia/Tehran
  • Rûsiyê îdiaya bikaranîna xwefirrên îranî di şerê Ukraynê da red kir

Balyoz û nûnerê hertimî yê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) îdiayên bikaranîna xwefirrên îranî di şerê Ukraynê da red kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Vasily Nebenzya Balyoz û nûnerê hertimî yê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) berêvara Înê di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY da bi gotina vêya ku Rûsiye zanyariyên nedurist ên welatên rojavayî derbarê kirrîna xwefirran ji Îranê red dike, got: NY mafê xwe yê şandina tîma vekolandinê derbarê bikaranîna xwefirran li Ukraynê tune.

Beriya axaftina Nebenzia, Alîkarê balyozê Amerîkayê li NY di dewama propagandaya medyayî ya welatên rojavayî li dijî Îranê îdia kir ku Îranê xwefirr dane Rûsiyê û ev yek binpêkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ye.

Nicolas de Rivière nûnerê Fransayê li NY jî di dewama vê îdiaya Amerîkayê got, çaverêtiya me ji karzanên NY heye ku ji bo komkirina pirtikên xwefirran û têderxistina jêderka wan, serdana Ukraynê bikin.

Sêrgêy Klîsîya balyoz û nûnerê Ukraynê li NY di axaftinekê da îdiayên welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê li ser bikaranîna xwefirrên îranî ji aliyê Rûsiyê di şerê dijî welatê xwe dubare kirin.