Cotmeh 20, 2022 11:48 Asia/Tehran
  • Girêdana abora efxanan bi çandina afyonê

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku girêdayîbûna bi mîlyonan kedkar û cotkarên Efxan bi dahata çandinina afyonê ji bo derbaskirina debar û jiyanê xwe, vê rêxistinê têxe nav fukaran.

Têkoşîna li dijî çandinina xaşxaşk û hilberîna afyonê yek ji sozên yekem ên koma Talîbanê bû piştî ku li Efxanîstanê desthilatdar bû. Rêberê vê komê Mela Heybetullah Axundzade, çandin û bazirganiya madeyên hişber qedexe kir. Lê xuya ye ku hikûmeta demkî ya Talîbanê ji ber pirsgirêkên aborî yên ji ber dorpêçên Amerîkayê û hejartiya xelkê, di cîbicîkirina vê sozê de pir serkeftî nebûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Şefqna`yê, Wezareta Teftîşkirinê ya Amerîkayê ser karûbarênEfxanîstanê (SIGAR) duh çarşemiyê ragihand, piştî ku Koma Talîbanê di Tebaxa 2021`an de dest danî ser deshilata Efxanistanê, girêdayîbûna cotkar û kedkarên Efxanistanê bi madeyên hişber û afyonê zêde bûye.

Li gorî vê rêxistinê, dijwariya herî mezin a Talîbanê ji bo qedexekirina çandinina afyonê ew e ku bi milyonan karker û cotkarên xizan ên efxan xwe dispêrin dahata çandinina xaşxaşk û afyonê ji bo ku jiyana xwe derbas bikin.

Demek berê, enstîtûyek lêkolînê geşbûna bazirganiya narkotîkê li Efxanîstanê di bin serweriya Talîbanê de piştrast kir.

Serepeyv