36 roj piştî hilbijartinê dewleta Swêdê ava bû
Li Swêdê 36 roj piştî hilbijartinên ku di 11ê Îlonê da hatin kirin, dewleta koalîsyona rastgir ava bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Dewleta koalîsyona sêalî ya ji Partiya Mihafezekarên Netundrev (M), Partiya Lîberal (L) û Partiya Demokratên Xirîstiyan (KD) pêk tê, li parlamentoyê dengê pêbaweriyê sitand.
Partiya Demokratên Swêdê (SD) ya rast a tundrev jî ragihand ku wan ji derva va piştgirî da dewletê.
Partiya Demokratên Sosyal (S) ya mixalefeta sereke, Partiya Kesk û Hawirdorê (MP), Partiya Çep (V) û Partiya Navendî (C) di dengdayîna pêbaweriyê da piştgirî nedan dewletê.
Dewleta koalîsyona rastgir di dengdayîna ku 173 dengên "Na" hatin dayîn da bi 176 dengan va dengê pêbaweriyê sitand.
Serokê Partiya Mihafezekarên Netundrev û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kir ku ew pir kêfxweş e ku ew wekî Serokwezîr hat hilbijartin û ew ê lijneya wezîran sibehê ragihîne.
Li Swêdê li gorî encamên hilbijartina ku di 11ê Îlonê da hatibû kirin, partiyên rastgir ji sedî 49,6, partiyên çep jî ji sedî 48,9 deng wergirtibûn. Li gorî vê di parlamentoya ku ji 349 kursiyan pêk tê, partiyên rastgir 176 kursî, yên çep jî 173 kursî bi dest xistibûn.