Cotmeh 17, 2022 16:56 Asia/Tehran
  • Rexneyên berfireh li dijî gotinên nijadperestane yên Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê

Gotinên nijadperestane yên Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ku Ewropa bi bax û beşa mayî ya cîhanê bi daristanê şibihandibû, tûşî gelek bertekên nerênî li seranserî cîhanê bûye.

Josep Borrel Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê vê dawiyê di axaftineke ecêb û nijadperestane da got: Ewropa baxek e. Me ev bax ava kiriye. Hûn baş dizanin ku beşa mayî ya cîhanî tam wek bax nîne.

Pirraniya beşa mayî ya cîhanê daristan e û daristan dikare êrîşî ser baxî bike û baxevan divê haydar be.

Mariya Zaxarova berdevkê Wezareta derve ya Rûsiyê wek berteka li hemberî gotinên nijadperestane yên Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, gotiye: Ewropayê ew bax bi rêya talankirina hovane kir daristan.

Borrel baştir ji vêya nedikarî bibêje ku pergala herî rihet a cîhanê ku li Ewropayê pêk hatiye, koka di wan koloniyan da ye ku wan bi dilreqî serkut kirine.

Philippe Marliere karzanê meseleyên siyasî yên Ewropa û Fransayê li zanîngeha College'ê ya Londonê jî di vî warî da got: Ev berhevdanîn, gelekî dijûnbar û bêrêzane ye ş pêkhatî ji peyamên pêreyî yên koledarî û nijadperestiyê ye.

Ehmed Şehîd raporterê taybet ê berê yê NY jî wek berteka li hemberî van gotinên Borrel gotiye, Dîplomat divê çîroka "Dilê Tarîtiyê (Heart of Darkness)" bixwînin ku bi qelema Cozêf Konrad (Joseph Conrad) hatiye nivîsîn. Ev pirtûk, pirtûkeke rexneker derbarê împeryalîzma rojavayî li Afrîqayê ye.

Gotinên dijûnbar û nijadperestane yên Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê li nav bikarênerên torên civakî jî tûşî rexneyên berfireh bûye. Marta Salamon ji bikarênerên torên civakî ji Tegzasa Amerîkayê, Josep Borrel wek xêvikekî dizane ku gotinên vikîvala tîne ziman.

Bikarênerekî din ji Amerîkayê jî nivîsî: Ez dixwazim careke din serdana bxê Ewropayê bikim, beriya ku sipîçerm wê di şerekî cîhanî yên navxweyî ji nav bibin.

 

Serepeyv