Cotmeh 17, 2022 09:39 Asia/Tehran
  • Serokomarê Çînê: Em ti wextî li dû serdestîxwazîyê nînin

Serokomarê Çînê di axaftina vekirina kongreya bîstem a Partiya Komonîst da tekez kir ku welatê wî ti wextî li dû serdestîxwazî û berfirehkirinê nîne.

Şî Cîn Pîng serokomarê Çînê roja Yekşemiyê di merasima vekirina bîstemîn kongreya Partiya Komonîst da tekez kir: Çîn li hemberî her cûre serdestîxwazî, fikra şerê sar, destwerdanên hêzxurtan li karûbarên navxweyî yên welatan û pîvanên ducûre, bihêz radiweste.

Şî Cîn Pîng her wiha got: Ewlehî binaşe û xîma her cûre avedankirin û nûvandinê ye û aramiya civakî jî pêşmercea sereke ji bo avakirina Çîna bihêz û bextewar e.

Serokê partiya serdest a Çînê got: Piken hewil dide ku bi berfirehkirina hevkarî û danûstandina erênî bi welatên din ra, peywendiyeke dostane hevrê digel aramî û pêşketina hevseng pêk bîne.

Serokê partiya serdest a Çînê her wiha derbarê Taywanê got: Çîn di vî warî da ti wextî xwe sozdarê bikarneanîna bijardeya leşkerî nizane.

 

Serepeyv