Cotmeh 16, 2022 16:25 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê ji ber rabûna lehiyê heya vê demê zêde ji 500 kesan jiyana xwe ji dest daye

Ji ber lehiyên ku li Nîjeryayê rabûne, zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeyên dawiyê nêzî 90 hezar mal jî di bin avê de mane.

Wezareta karûbarên Mirovî û Rêveberiya Karesatan a Nîjeryayê da zanîn ku ji 36 wîlayetên vî welatî li 27 wîlayetan lehî rabûne û bandor li nêzî milyonek û 400 hezar mirovî kiriye.

Hikumeta Nîjeryayê da zanîn ku lehî ji ber barana zêde rabûne ku ji destpêka havînê de zêde bûye û piştî ku ji bendava Lagdo ya Kamîrûnê derbas bûne, rêjeya avê zêdetir bûye û gelek mal û avahiyên xelkê Nîjeryayê ketine bin avê û jinav çûne.

Serepeyv