Cotmeh 15, 2022 15:45 Asia/Tehran
  • Bihayê nefta xav li cîhanê daket

Bihayê nefta xav li bazara enerjiya cîhanê dîsa daket.

Îro şemiyê nirxê nefta xav li bazarên cîhanê ji ber ku tê pêşbînîkirin daxwazên kirina neftê li cîhanê kêm bibe her diçe dadikeve.

Di rojên derbasbûyî de, endamên OPEC+ê li hev kiribûn ku berhemanîna rojane ya petrolê heta 2 milyon bermîlan kêm bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, nirxê her bermîla nefta sivik a Amerîkayê ya West Texas Intermediate (WTI) roja şemiyê ji sedî 3.93 anku sê dolar û 50 sentan daket.

Bihayê her bermîlek petrola Brent a Deryaya Bakur (nefta bingehîn a Ewropayê) jî ji sedî 3,11 daket û bû 91 dolar û 63 sent.

Pêştir nirxê selika petrolê ya OPECê ji sedî 3.87 anku sê dolar û 77 sentan daket û 93 dolar û 66 sentan hat firotin.

Gelek lêkolînerên bazara petrolê di wê baweriyê de ne ku ji ber berdewamiya nakokiyên leşkerî û siyasî li Ukraynayê, herwiha ji ber ambargoya li ser petrol û gaza Rûsyayê ji aliyê Ewropayê ve û girantirbûna krîza sotemeniyê li cîhanê, nirxê her bermîleke petrola xav li cîhanê dê heta dawiya vê salê ji 100 dolarî derbas bibe.

Di rojên derbasbûyî de, endamên OPEC+ê li hev kiribûn ku berhemanîna rojane ya petrolê heta 2 milyon bermîlan kêm bikin.

Serepeyv