Cotmeh 13, 2022 09:56 Asia/Tehran
  •  Civîna serokên CICA'yê li Qezaqistanê dest pê kir

Civîna şeşem a serokên welatên endamê "Danûstandin û Kiryarên Pêbawerîanînê li Asyayê" (CICA) bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê li Astaneya paytexta Qezaqistanê dest pê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ji armancên girîng ên civîna şeşem a CICA'yê vekolandin û pesendkirina xurtkirina pêkhateya wê ji konferansekê bo rêxistineke navçeyî û navneteweyî ye.

Heer wiha biryar  eku di vî warî da daxuyaniyek bi navê "Daxuyaniya Astaneyê di veguherîna CICA'yê da" ji aliyê welatên endam va were pesendkirin.

Bi pesendkirina serokan, pêvajoya xurtkirina pêkhate û rêxistin û her wiha şiroveya erk û rêzikên vê civînê yên navçeyî, ji rewşa niha bo rêxistineke giştalî ya navçeyî dê dest pê bike.

Pêşniyaza damezirandina vê civînê cara yekem ji aliyê Nûr Siltan Nezerbayêv serokomaarê Qezaqistanê di çil û heftemîn civîna Civata Giştî ya NY di 5ê Cotmeha sala 1992an da hatibû hilêxistin û di dema niha da 27 welat endamên sereke û heşt welat hevrê digel pênc rêxistinên navçeyî û navneteweyî endamên çavdêr in.

 

Serepeyv