Li Amerîkayê 5 kes ji ber gullereşandinê hatin kuştin
Cotmeh 11, 2022 09:53 Asia/Tehran
Li eyaleta Karolînaya Başûr a Amerîkayê di encama gullereşandina li malekê de 5 kes mirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mufetîşê Navçeya Spartanbûrgê Rusty Clevenger li daxûyaniyekê ragihand ku ev gullebarana li maleke niştecihanê ya 100 maylan dûrî vî bajar qewimî.
Karbidestên xwecihî dibêjin çar kes li cihê tawanê mirin û yê pêncan jî li ser rêya nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Berawirdkirina statîstîkên (amarên) tundûtûjiya bi çekan di navbera Amerîka û welatên din ên cîhanê de nîşan dide ku Amerîka welatek bi tevahî awarte ye; Li vî welatî rêjeya gullebaranên tund ji hemû welatên cîhanê zêdetir e; Tevî ku Amerîka xwediyê nêzîkî 5% ji nifûsa cîhanê ye, lê nêzîkî 31% ji wan kesên ku bi çekan kuştinên komî pêk tînin tê de dijîn.