Cotmeh 10, 2022 11:49 Asia/Tehran
  • Brîtanya pirek di navbera Pakistan û Romanyayê ji bo veguhestina gulleyên 122 mm bo Ukraynê

Hêza asimanî ya Inglîzê bi rêya Romanya û du welatên asyayî û ewropî cebilxaneyên taybetî topên " Howitzer"ê bo artêşa Ukraynê dişîne.

Li gorî rapora Defence Express'ê, Artêşa Ukraynê gulleyên 122 mm (Mîlî Metre) ji Pakistanê wergirtine û hêza asimanî ya Inglîzê îmkana veguhestina van cebilcaneyan bi rêya pireke asimanî di navbera Pakistan û Romanyayê da dabîn kiriye.

Ev gulleyên 122 mm xwedan qabiliyeta teqîna giran ji bo topxaneyên " Howitzer"ê ne.

Wezareta Berevaniyê ya Inglîzê pêştir ragihandibû ku hêzên çekdar ên Ukraynê dê 50 hezar gulleyên topê wek beşeke pakêta leşkerî ya nû di dawiya Tîrmeha 2022an da wergirin.

Li gorî zanyariyên aşkirabûyî, balefireke veguhestinê ya ji cûreya " C-17 Globemaster" a Hêza asimanî ya Inglîzê her roj geştên xwe ji balefirgeha navneteweyî ya Klojê li Romanyayê an jî ji balefirgeha Akrotîriyê (Akrotiri) ya Qibrisê ber bi baregeha asimanî ya Nûrxanê li Pakistanê pêk tîne.

Heta niha ti yek ji rayedarên pakistanî û inglîzî di vî warî da bertek nîşan nedaye.

Şandina cebilxaneyên çêkirî li Pakistanê bo welatên din tiştekî ecêb nîne. Ji ber ku Inglîzê di sala 1951ê da karistana çêkirina cebilxaneyan li Pakistanê damezirand û teknolojiya çêkirina cebilxaneyan raberî vî welatî kir.

 

Serepeyv