Cotmeh 10, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Ukrayn berpirsa êrîşa terorîstî li ser Pira Kirîmeyê ye

Serokomarê Rûsiyê ragihand ku Servîsa Taybet a Ukraynê sebebkara plandarêştin û cihanîna operasiyona terorîstî ya teqîna Pira Kirîmeyê ye.

Berbanga roja Şemiyê qewimîna teqînekê li ser Pira Kirîmeyê û hilweşiyana beşeke binesaziya wê hat ragihandin. Bi derbasbûna saetekê piştî belavbûna nûçeyên li ser teqîna li Pira Kirîmeyê, 'Komîteya Neteweyî ya Dijî Terorîsmê' ya Rûsiyê ragihand ku kamiyonek li ser pirê hatiye teqandin û ziyan li vê pirê ketiye.

Li gorî gotina rayedarên Rûsiyê, teqîn û agirpêketin bû sebeb ku beşeke pira 12 maylî ya Tengava Kêrçê (Kerch Strait) bikeve nav deryayê û herî kêm 3 kes canê xwe ji dest bidin.

Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê teqîna li Pira Kirîmeyê wek êrîşa terorîstî bi armanca wêrankirina binesaziyên Rûsiyê da zanîn.

Wî ku ev yek piştî hevdîtina bi Aleksandre Bastrîkîn serokê Komîteya Lêkolînên Rûsiyê hilêdixist, got: Hema wisa ku we ragihand, ti şik û gumanek tuneye ku ev kiryara terorîstî bi armanca wêrankirina binesaziyên girîng û ne-leşkerî yên Rûsiyê pêk hatiye.

Pêştir Mîxayîl Podoliyak, şêwirmendê payebilind ê Vlodîmîr Zelenskî serokomarê Ukraynê tevî pêşwaziya ji teqandina Pira Kirîmeyê ragihand ku ev navçe divê li Ukraynê bê vegerandin. Wî di peyameke twitterê da ragihand: "Tiştê ku li Pirê (Kirîmeyê) qewimî, hîn destpêk e".

Navçeya Kirîmeyê piştî giştpirsîna sala 2014an ji Ukraynê hat veqetandin û bi axa Rûsiyê va hat girêdan.

Hevdem berdevkê Artêşa Ukraynê îdia kir ku hêzên vî welatî beşeke hezar û 170 kîlometreyên çarkunc ji erdên başûrê Xersonê rizgar kirine.

Nataliya Hiyomnok berdevka Fermandetiya Artêşa Ukraynê li başûrê vî welatî roja Yekşemiyê li televîziyona vî welatî îdia kir ku hêzên vî welatî zêdetir ji hezar û 170 kîlometreyên çarkunc ji erdên başûrê navçeya Xersonê ji dema destpêbûna operasiyona bergiriya asimanî li dijî Rûsiyê di dawiya Tebaxa 2022an da rizgar kirine.

 

 

Serepeyv