Cotmeh 09, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Daxwaza serokwezîrê Yûnanê yê berê ji bo Tirkiyê

Serokwezîrê Yûnanê yê berê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku planekê ji bo boykotkirina Tirkiyê amade bike.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rojnameya Tirkiyê ya çapa Stenbolê nivîsî: Alexis Tsipras serokwezîrê Yûnanê yê berê di hevdîtina digel Josep Borrel Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê da li Praga paytexta Komara Çêkê, tevî rexneya ji Tirkiyê, Enqere bi gefxwarina li dijî serweriya neteweyî ya Yûnanê tawanbar kir û got: Nabe ku Yekîtiya Ewropayê ji bo kontrolkirina siyasetên Tirkiyê yên êrîşkariyê, tenê gotinan hilêxîne.

Serokwezîrê Yûnanê yê berê her wiha got: Yekîtiya Ewropayê divê di rastiyê da hin kiryaran pêk bîne û eger Tirkiye serweriya neteweyî û mafên Yûnanê binpê bike, ev yekîtî jî divê hin boykotan li ser Tirkiyê bisepîne.

Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê jî ku ji bo beşdariya di civîna siyasî ya serokên Ewropayê serdana Komara Çêkê kiribû, di axaftinekê da li Pragê, rexne li siyasetên Yûnanê li Deryaya Ejeyê û Deryaya Sipî girtibû û ev welat hişyar kiribû.

Serepeyv