Cotmeh 08, 2022 12:46 Asia/Tehran
  • Li Îrlandayê di encama teqînekê de 3 kes mirin

Polîsê Îrlandayê ragihand ku li rawestgeheke servîsê ya li herêma "County Donegal" a vî welatî teqînek pêk hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Polîsê Îrlandayê roja Îniyê ragihand ku di encama teqîna îstasyona xizmetguzariyê (servîsê) ya li herêma "County Donegal" a vî welatî 30 kes birîndar bûne.

Li gorî gotina polîsên Îrlandayê teqîn saet 15.00’an li îstasyona servîsê ya Applegreen a li derdora gundê Chrislagh ku 25 kîlometre dûrî bajarê Letterkenny ye pêk hat.

Li gorî polîsan, ev teqîn, "teqineke mezin" bû li "navçeyeke pir qerebalix" û heta niha jî hêzên rizgarker hewl didin kesên bondor wergirtî ji ber vê teqînê rizgar bikin.

Di daxuyaniyekê de polîs behsa sedema bûyerê nekiriye û gotiye, heta niha ew ne di wê astê de ne ku zanyariyên zêdetir derbarê qurbaniyên teqînê bidin.

Serepeyv