Cotmeh 07, 2022 14:06 Asia/Tehran
  • Îdiaya Alîyev: Pêvajoya aştiyê ya bi Ermenîstanê re leztir bû

Serokomarê Azerbaycanê îdia kir ku komên girêdayî wê ji bo amadekirina peymana aştiyê ya di navbera Baku û Erîvanê da dest bi xebatên xwe bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Îlham Aliyev serokomarê Azerbaycanê ku beşdarî civîna civata siyasî ya Ewropayê li Pragê paytexta Komara Çekê bû, bi daxûyaniyên xwe ragihand ku pêvajoya aşitiya bi Ermenistanê re bilez bûye. Wî herwiha îdia kir ku di demeke nêzîk de komên pêwendîdar ên her du welat dê bicivin û metna peymana aştiyê amade bikin.

Aliyev amaje bi hevdîtina çaralî ya digel serokwezîra Ermenistanê Nicole Pashinyan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel jî kir û got: "Di vê hevdîtinê de mijarên girîng hatin gotûbêjkirin û ew di wê baweriyê de ye ku ev hevdîtin dê bibe alîkar ku lihevkirinek girîng ser aştiyê pêk were.

Di dewra nû ya pevçûnên sînorî yên di navbera Ermenîstan û Komara Azerbaycanê de (ji 12 heta 14 Îlonê), li gorî diyarkirina Yêrêvanê 135 leşkerên ermenî hatin kuştin.

Bakûyê jî hejmara kuştiyên Komara Azerbaycanê di van pevçûnan de 79 leşker ragihandibû.

Serepeyv