Cotmeh 07, 2022 13:10 Asia/Tehran
  • Li Nîjerê lehî rabû û bi sedan kes mirin

Dezgeha Karûbarên Sivîl li Nîjerê ragihand ku ji ber barana tûnd û zêde ya li vî welatê rojavayê Afrîqayê zêd ji 200 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li gorî ragihandina dezgeha xizmetguzariya sivîl, lehiya demsala baranê bandor li jiyana zêde ji 263 hezar kesî kir û 30 hezar xanî û dersxane, navendên pizîşkî û dukan jî wêran kirin.

Maradi û Zinder li navenda Nîjerê, Dosso li başûrê rojava û Tahua li rojava ji wan herêman in ku herî zêde ketine bin bandora lehiyê.

Di sala 2021an de ji ber barana demsalî 70 kes mirin û 200 hezar kes jî mexdûr bûn.

Avhewa li Nîjerê ji cureya peravên Afrîqayê ye û demsala ziwa ya dirêj ji heşt heya 10 mehan e û demsala baranê ya kurt sê-çar meh e ji Hezîran heya Îlonê.

Serepeyv