Cotmeh 06, 2022 14:43 Asia/Tehran
  •  Li Taylandê di êrîşa çekdarî ya dijî zarokxaneyê da 35 kes hatin kuştin

Hat ragihandin li rojhilatê bakurê Taylandê ji ber êrîşa çekdarî ya dijî zarokxaneyekê 35 kes ku 24 kes ji wan zarok in, hatin kuştin.

Li herêma Nong Bua Lamphuya li rojhilatê bakurê Taylandê dijî zarokxaneyekê êrîşa çekdarî hat kirin û 35 kes ku 24 kes ji wan zarok in, hatin kuştin.

Di êrîşê da kêr û çek hatine bikaranîn û 12 kesên birîndar bûne jî tên dermankirin.

Li gor agahiyên rayedarên polîsan, êrîşkarê 34 salî polîsekî berê ye. Êrîşkar piştî êrîşê jin û zarokê xwe û di pey ra jî xwe kuştiye.

 

Serepeyv