Erdhejeke bi hêza 5,8ê başûrê rojavayê Japonê hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336840-erdhejeke_bi_hêza_5_8ê_başûrê_rojavayê_japonê_hejand
Li başûrê rojavayê Japonê, peravên eyaleta Miyazakiyê bi lerza 5,8ê erd hejiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2022 08:30 Asia/Tehran
  •  Erdhejeke bi hêza 5,8ê başûrê rojavayê Japonê hejand

Li başûrê rojavayê Japonê, peravên eyaleta Miyazakiyê bi lerza 5,8ê erd hejiya.

Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonê (JMA), li peravên Miyazakiyê li gor saeta herêmî di 12.02yê da bi lerza 5,8ê erd hejiya.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonê daxuyand ku erdhej li peravên Nîvgirava Osumiyê 30 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Hat gotin ku erdhej li eyaletên Ehime, Saga, Kumamoto, Oita û Kagoşimayê hat hîskirin.

Li Kagoşimayê di Tesîsa Hêza Nukleerê ya Sendaiyê da rewşeke neyênî nehat dîtin.