Cotmeh 03, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Hilbijartina serokomartiyê li Brezîlê derbasî dora duyem bû

Sernekeftina berendamên hilbjartina serokomartiyê li Brezîlê di wergirtina nîvê hemû dengan da bû sebeb ku çarenûsa vê hilbijartinê girêdayî bi dora duyem be.

Luiz Inácio Lula da Silva kevnesiyasetvanê 76 salî yê brezîlî û serokomarê berê yê vî welatî bi wergirtina 47.9ê dengan û Jair Bolsonaro serokomarê niha yê vî welatî bi wergirtina sedî 43.7ê dengan di hilbijartina herî hestyar û çarenûssaz a serokomartya Brezîlê d sê dehikên vê dawiyê da, bi rikeberiyeke nêzik nekarî rêjeya pêwîst a dengan ji bo serkeftina di dora yekem da bi dest bixin.

Dora duyem a hilbijartinê bi rikeberiya van du berendaman dê nêzikî meheke din yanî di 30ê Cotmeha 2022an da were lidarxistin.

Derdora 156 miliyon brezîlî ji gelheya 214 miliyon kesî ya vî welatî xwedan merc ji bo beşdariya di vê dora hilbijartinê da bûn û zêdetirî 110 miliyon kes ji wan roja Yekşemiyê beşdarî hilbijartinê bûn.

Serepeyv