Cotmeh 02, 2022 20:19 Asia/Tehran
  • Li Keraçiya Pakistanê 75 welatî hatin kuştin

75 welatiyên Pakistanî bi sedema tundûtûjiyên curbicur li bajarê Keraçî, navenda parêzgeha Sindê ya vî welatî hatin kuştin.

Welatiyên Keraçiyê hertim ji ber bûyer û tundiyên ku di koçe û kolanên vî bajarî de diqewmin di nav tirs û xufê de derbas dikin û dema ku li hemberî wan li ber xwe didin tên kuştin.

Di vê navberê de eyaleta Sindê yek ji eyaletên bê ewle yên Pakistanê ye. Heta niha bi sedan kes ji xelkê Pakistanê li vê parêzgehê di encama êrişên gurûpên terorîstî yên wek Talîban, Cemaet-ul-Ehrar û Sipahê Sehabe hatine kuştin.

Îro rojnemevanekî Pakistanî nivîsî, ev 75 sivîlên ku li Keraçiyê hatine kuştin ji destpêka îsal heta heştê Tebaxê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Dijî Terorê ya Pakistanê jî îro Yekşemiyê ragihand ku terorîstan êrişî hêzên artêşa Pakistanê li devera Nesîrabada parêzgeha Belûçistanê ya vî welatî kirin û di encama şer û pevçûnan de 4 terorîst hatin kuştin.

Di vê pevçûnê de 2 endamên artêşa Pakistanê birîndar bûn.

Serepeyv