Cotmeh 02, 2022 12:11 Asia/Tehran
  • Piştî mirina 174 kesan di aloziya lîstika futbolê de, hemî maçên futbolê yên Lîga Yekem a Endonezyayê hatin betalkirin

Piştî mirina 174 kesan di encama aloziya lîstika futbolê de ya li Endonezyayê, serokomarê vî welatî biryara betalkirina hemû maçên Lîga Yekê ya li welêt da.

Duh (şemî) piştî şer û pevçûna navbera alîgirên du tîmên futbolê li stadiyomeke Javaya Rojhilatî, herî kêm 174 kes hatin kuştin û 180 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, piştî bûyereke xwînî ya piştî lîstikeke futbolê li Endonezyayê, serokomarê vî welatî ferman da ku hemû maçên Lîga Yekê heta dawiya lêkolîna vê bûyerê bên betalkirin.

Rêveberê polîsê Javaya Rojhilat a Endonezyayê Niko Afinta ragihand ku piştî dengê fîtikê ya bidawîbûna maça Arema û Persebaya hat bihîstin, alîgirên tîma têkçûyî derketin qadê û polîsan ji bo dûrkirina wan, gaza rondikrêj bikar anî û ev kiryar bû sedema qerebalixa gel ku di encamê de ev qeza rû da.

Serepeyv