Îlon 28, 2022 11:13 Asia/Tehran
  • Encama referanduma tevlîbûna Donbasê nav Rûsyayê

Di referandûma Donetsk û Lûhanskê de piraniya dengdêran piştgirî dan tevlîbûna Federasyona Rûsyayê.

Referandûma tevlîbûna herêmên Luhansk, Donetsk, Kherson û Zaporizhia ji bo Rûsyayê roja Înê (23ê Îlonê) dest pê kir û heta roja Sêşemê (27ê Îlonê) berdewam kir.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa nûçeyan a Fars`ê, encamên destpêkî diyar dikin ku zêde ji %99`ê dengdêrên Komara Gel a Donêskê xwestine tev li Rûsyayê bibin. Li Lûhanskê ji sedî 98ê zêdetir piştgirî dane vê fikrê.

Encamên fermî nîşan didin ku li Donetsk û Luhanskê rêjeya beşdarbûna referandumê ji %80 derbas bûye.

Rayedarên her du herêman diyar kirin ku hema hema hemû deng hatine jimartin. Ji bilî van her du herêman, ev referandum li Zaporojiya û Xêrsonê yên li başûrê Ukraynayê jî hat kirin.

Medyayên Amerîkî belav kirin ku Waşîngton plan dike ku biryarnamekê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî bike ji bo şermezarkirina kiryara Rûsyayê li ser lidarxistina referandumê li çar navçeyên Ukraynayê.

Serepeyv