Îlon 28, 2022 09:56 Asia/Tehran
  • Di encama gullebarana li Amerîkayê de çend kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li Kalîforniya û Philadelphia gullereşandinên cuda pêk hatin û çend kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB Newsê, di encama gullereşandina li California û Philadelphia ya Amerîkayê de 6 kuştî û birîndar hene.

Keçeke 15 salî tevî bavê xwe roja Sêşemê di dema şopandina polîsan de hatin kuştin.

Li hember teqekirina Anthony John Graziano ku bi kuştina hevjîna xwe hatibû tawanbarkirin, hêzên polîs ew û keça wî Savannah di otomobîlê de gullebaran kirin û di vê bûyerê de her du jî hatin kuştin. Ev keça ciwan ji aliyê bavê xwe ve dîl hatibû girtin.

Êvariya roja sêşemiyê, li nêzîkî lîseya “Roxboro” a bajarê “Fîladelfiya”ê, gulle berdane û di encamê de ciwanekî 14 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn û her 4 qurbanî lîstikvanên futbolê bûn.

Li gorî gotina şahidan, çend êrîşkaran ji hundirê otomobîlê dest bi teqekirina li ser van lîstikvanên futbolê kirin.

Serepeyv