Îlon 26, 2022 08:19 Asia/Tehran
  • Dewama pevçûna komên çekdar li paytexta Lîbyayê

Di encama pevçûna navbera komên çekdar li derdora Trablosa paytexta Lîbyayê nda, zarokek hat kuştin  û pênc kes birîndar bûn.

Roja Yekşemiyê hin pevçûn li navenda bajarê Zaviyeyê li rojavayê Trablosa paytexta Lîbyayê qewmîn.

Asta pevçûnan ewqas bû ku îmkana derbasbûna erebeyên alîkarîgihandinê bo vê navçeyê tunebû û li gorî amara destpêkê, zarokek ji ber van pevçûnan hatiye kuştin û pênc kes jî birîndar bûne.

Pevçûna di navbera komên çekdar di rewşekê da qewimiye ku derdora mehek beriya niha jî di pevçûneke wiha da li derdora Trabslosê 32 kes hatin kuştin û 159 kes birîndar bûn.

Ev pevçûn li pey giranbûna qeyrana siyasî navbera dewleta yekîtiya neteweyî bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe û dewleta erkdar bi serokatiya Fethî Paşaxa li Lîbyayê û pêkhatina pevçûnên
çekdarî di navbera du komên alîgirê wan li Trablosê giran bûn.
 

Serepeyv