Îlon 20, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • Lavrov: Rûsiye daxwaza aştî û aramiyê li navçeya Deryaya Xezerê dike

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tevî piştevaniya ji berfirehkirina hevkariyên çendalî di navbera welatên dorhêla Deryaya Xezerê da, got: Mosko daxwaza parastin û xurtkirina aştî, aramî û ewlehiyê li navçeya Deryaya Xezerê dike.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêrgêy Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Sêşemiyê ragihand: Rûsiye hewil dide li peywendiyên xwe di hemî waran da digel welatên din ên derdora Deryaya Xezerê berfireh bike û pêşwaziyê ji berfirehkirina hevkariyan li gorî cînaretiya baş di navbera pênc welatên derdora Deryaya Xezerê û pêkhatina potensiyelên aborî ji wan tanzîtê li ser xêra van welatan dike.

Lavrov her wiha got: Hemî mijarên navçeya Deryaya Xezerê divê tenê ji aliyê pênc welatên perava vê deryayê û li gorî biryara komî bên çareserkirin û rê li ber bandora nerênî ya hêzên dervenavçeyî bê girtin.

Beriya vêya jî Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê di civîna serokên pênc welatên derdora Deryaya Xezerê da li bajarê Eşq Abada paytexta Tirkmenistanê got ku Mosko li dû xurtkirina hevkariya di navbera pênc welatên derdora Deryaya Xezerê ye.

Îran, Rûsiye, Qezaqistan, Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê pênc welatên derdora Deryaya Xezerê ne.

 

Serepeyv